Îbrahîm Reîsî gihîst parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê
PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo parêzgehan de, gihîşt parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê.
Îbrahîm Reîsî li Balafirxaneya Îlamê, ji aliyê Nûnerê Rêberê Îranê Nûr Kerîmîtebar, Parêzgarê Îlamê Mihemed Nozerî, parlamenterên Îlamê yên di Parlamentoya Îranê de û hejmarek ji rayedarên din ên wê parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.
Li gor medyaya fermî ya Îranê, Îbrahîm Reîsî di serdana xwe ya rojekê de, wê serdana çend projeyên aborî û çandiniyê yên wê parêzgehê bike û herwiha wê li gel berpirsên wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê bicive.
Ji dema destbikarbûna di posta Serokkomariya Îranê de, ev yekemîn serdana Reîsî ye ji bo parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê.
Îlam parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê ye, ku rûberê wê 20,164 kîlometerên çargoşe ye û bi Iraqê re 425 kîlometerên hevbeş heye, hejmara niştecihên wê jî zêdetirî 580,000 kesî ye.
Îlam bi 17 milyar bermîlên petrolê xwediyê %11ê yedeka petrola Îranê û bi 14 trilyon metrekûp gaza xwezayî xwediyê %6 yedeka gaza Îranê ye, lê belê tevî vê yekê jî, yek ji hejartirîn parêzgehên wî welatî ye û tenê %1 ji berhama netewî ya Îranê (GDP) pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin