Serok Barzanî ji bo Îbrahîm Reîsî peyama sersaxiyê da

20 May 2024 16:01 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo Îbrahîm Reîsî peyama sersaxiyê da

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û rayedarên Îranî yên ku pê re di ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dan peyama sersaxiyê ragihand.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Bi nûçeya koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û şanda pê re gelek xemgîn im."

Serok Barzanî ketina helîkopterê wek bûyereke trajîk destnîşan kir û ji ber mirina Îbrahîm Reîsî, Wezîr Ebdullahiyan û kesên di helîkopterê de bûn, dilgiraniya xwe anî ziman.

Serok Barzanî got: “Ez sersaxiyên xwe pêşkêşî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, hikûmet û malbatên wan dikim. Xwedayê mezin sebrê bide her kesî.”