Wezîrê Derve yê Almanya sibe serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas serdana Tirkiyê dike.
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, 18ê Çileya 2021ê serdana Tirkiyê dike.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê hevdîtinan de, mijarên dualî û herêmî ligel peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê werin gotûbêjkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, biryar bû Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di meha Mijdara 2020an de serdana Tirkiyê bike, lê belê ji ber aloziya Rojhilatê Derya Spî ku Tirkiyê keştiya lêgerîna gazê Oruç Reis şandibû ew serdan hatibû betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin