Reîsî serdana Tirkiyê dike: Mijara PKK-PJAKê jî li ser masê ye
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî sibe 4ê Çileyê ji bo Civîna 8emîn a Hevkariya Bilind a Îran-Tirkiyê de, serdana Enqereyê dike.
Li gorî zanyariyên medya Tirk, dê di civîna Erdogan-Reîsî û şandên bilind ên herdu welatan de, gelek pirsên herêmî û aborî werin gotûbêjkirin ku mijara têkoşîna dijî PKK-PJAKê jî yek ji mijara girîng a di navbera Erdogan û Reîsî de bê axaftin e.
Herwiha hatiye diyarkirin ku mijara Xezzeyê û geşedanên dawî yên di wê derbarê de ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ligel hempîşeyê xwe yê Îranî danûstandinan li ser dike, wê di civînê de bi berfirehî werin axaftin.
Li gorî zanyariyan, dê Tirkiye ji Îranê daxwaza hevkariya têkoşîna dijî terorê bo PKKê bike û mijarên Iraq, Sûriye, Başûrê Qefqasan û Afganistanê jî werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin