Nûnerê taybet Jeffrey bi mijara herêma ewlehiyê serdana Tirkiyê dike

20 July 2019 11:21 0 dîtin
Nûnerê taybet Jeffrey bi mijara herêma ewlehiyê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey û şanda pê re, roja duşemê serdana Tirkiyê dike.

Li gor agahiyan, şanda Amerîkî di çarçoveya civîna Grûba Xebatê ya Sûriyê serdana Tirkiyê dike û mijara sereke, çawaniya avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê û şerê dijî terorê ye.

Çavkaniyên Tirkiyê didin xuyakirin, Jeffrey xwestiye bi Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin re jî bicive, lê aliyê Tirkiyê hîn bersiv neda ye.