James Jeffrey bi mijara Sûriyê serdana Tirkiyê dike

09 January 2020 12:42 0 dîtin
James Jeffrey bi mijara Sûriyê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Nûnerê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ji 9 ta 13ê vê mehê dest bi geştekê ji Tirkiye û Siûdiyê dike.

James Jeffrey di serdana xwe bo Tirkiyê de ligel berpirsên Tirkiyê û nûnerên muxalefeta Sûriyê bicive û di civînan de rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Rojavayê Kurdistanê û bicihkirina biryara navdewletî 2245 a taybet bi Sûriyê guftûgo dike.

Biryar e jî nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê roja 12ê vê mehê bigihe Riyadê û heman babetan bi rayedarên Siûdiye re guftûgo bike.

Li bakurê Sûriyê, ji bilî êrîşa artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê, zêdetir ji mehekê ye artêşa Sûriyê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê êrîşî ser gundewarê başûrê Idlibê dike û di encamê de bi sedan kes hatine kuştin û nêzîkî 300 hezar kes jî koçber bûne.

Ji bilî pirsa Sûriyê, rûdanên dawî yên Rojhilata Navîn dê mijareke din a civîna James Jeffery bi her du welatan Tirkiye û Siûdiye re be.