Sanda Amerîkayê bo mijara Sûriyê serdana Tirkiyê dike

19 July 2019 20:54 0 dîtin
Sanda Amerîkayê bo mijara Sûriyê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Şanda Amerîkayê ya Nûnerê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey jî di nav de ye, 22yê Tîrmehê serdana Tirkiyê dike.

Hat zanîn ku dê şanda Amerîkayê ji bo Civîna Koma Xebatê ya Sûriyê serdana Tirkiyê dike.

Tê çaverêkirin di civînê de, mijara hêzên Kurdî, herêma ewle û rewşa dawî ya Sûriyê werin gotûbêjkirin ku Amerîka hewil dide ji bo avakirina herêma aram Tirkiyê razî bike.

Hêjayî gotinê ye, heta niha jî Tirkiye xwe nade ber plana Amerîkayê ku naxwaze hêzên herêmî ango YPG/HSD di herêma ewle de cî bigirin.

Civînên Koma Xebatê yên şandên Amerîka-Tirkiyê beriya niha jî çend caran hatibûn kirin.