Erdogan serdana Misrê dike û bi Sîsî re dicive

31 January 2024 21:42 0 dîtin
Erdogan serdana Misrê dike û bi Sîsî re dicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan, 14ê meha Sibatê serdana Misirê dike û bi Serokomarê Misirê Ebdulfettah el Sîsî re dicive.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê ku dispêra rayedarekî Tirk, dê Erdogan serdana Misirê bike û bi Sîsî re jî bicive ku ji sala 2012an ve neçûye Misirê.

Hate diyarkirin ku dê Erdogan di serdana Misirê de, mijara şerê Xezzeyê yê Îsraîl-Hemasê, rewşa mirovî û pêwendiyên dualî bi Sîsî re gotûbêj bike.

Erdogan herî dawî di 2012an de dema serokomar Muhammed Mursî bû serdana Misirê kiribû û piştî di 2013an de Mursî û Tevgera Birayên Misilman ji deshilatê hatibûn dûrxistin, têkiliyên xwe bi Misirê re qût kiribûn. Erdogan cara yekem, di kûpaya cîhanê ya li Qeterê de, bi Mursî re hatibû ba hev û piştre jî proseya asayîkirina pêwendiyan hatibû destpêkirin.