Erdogan serdana Macaristanê dike
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro Yekşemê 20ê Tebaxê li ser vexwendina Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban serdana Budapşeteyê dike.
Hate ragihandin ku dê Erdogan li Macaristanê beşdarê merasîmên salvegera damezrandina dewleta Macaristanê bibe û herwiha di Şampiyoniya Atletîzmê a Cîhanê de jî amadehiyê bike.
Li gorî zanyariyên medya Tirk dê di serdanê de hemû aliyên pêwendiyên herdu welatan werin gotûbêjkirin û danûstandina bîr û ramanan bê kirin.
Hêjayî gotinê ye, Macaristan û Tirkiyê hê jî endamtiya NATO ya Swêdê li parlamentoyên xwe nepejirandine û yek ji mijara sereke ya vê serdanê jî nirxandina vê rewşê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin