Erdogan ji bo petrola Kurdistanê serdana Iraqê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed Salih ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo gotûbêjkirina pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê serdana Iraqê dike.
Kemal Mihemed Salih îro 10ê Tîrmehê eşkere kir, ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Petrola Iraqê û SOMO re girêbestek îmze kiriye ku ev pirsgirêk li ser asta bilind û di dema serdana Serokomarê Tirkiyê ya Iraqê de dê çareser dibe. Salih derbarê dîroka serdana Erdogan de agahî nedan.
Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê got ku ji sedî 70yê karê li ser projeyasaya neft û gazê temam bûye û di demek nêzîk de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.
4 meh in hinardeya Petrola Kurdistanê bo Tirkiyeyê rawestiyaye
Hêjayî bibîrxistinê ye, 25ê Adara 2023yan, bi biryara Dadgeha Navdewletî ya Tehkîmê ya Parîsê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bo derve hatibû rawestandin.
4ê Nîsana 2023yan jî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê rêkeftinek îmze kirin da ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve bi ser Tirkiyeyê de bê destpêkirin. Herî dawî Wezîrê Petrola Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihandibû ku wan ji 13ê Gulana borî ve desthilatdarên Tirkiyê bi destpêkirina proseya hinardekirina petrola Kurdistanê agahdar kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin