Medya fermî ya Îranê kustina 2 fermandarên polîs pistrast kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Sîstan û Belûçistanê 2 fermandarên payebilind ên polîsê Îranê hatine kuştin.
Ajansa nûçeyan a Tasnîm a bi ser Pasdarên Îranê ve, bi awayekî fermî kuştina du fermandarên polîs ên bi navên; Sistan Muxtar Momeni û Abu Dhar Umidred ragihand
Li gorî nûçeyê şeva borî derengiya şevê li bajarê Bampûr ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 2 fermandarên polîs ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatine kuştin û kesên êrîş kirine wekî îsyankar hatine binavkirin.
Hatiye diyarkirin ku herdu fermandarên polîs dema nobetê li xala kontrolê ya deriyê Bompurê di encama êrîşa hejmarek kesan de hatine kuştin û pevçûn derketiye.
Hêjayî gotinê ye ji destpêka xwepêşandanên Jîna Emînî yên seranserî de, heta niha li bajarên Sîstan û Belûçistanê herî kêm 140 xwepêşander bi gulebarana polîsan hatine kuştin ku bi giştî jî li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê 525 xwepêşander hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin