Îranê bi fermî Îsraîl bi kustina pisporê xwe yê atomî tohmetbar kir

28 November 2020 14:31 0 dîtin
Îranê bi fermî Îsraîl bi kustina pisporê xwe yê atomî tohmetbar kir

PeyamaKurd –  Îranê bi fermî Îsraîl bi kuştina pisporê xwe yê atomî Muhsin Fexrîzade tohmetbar kir. Sekreterê giştî yê NY jî daxwaz ji Îranê kir, li ser hemdê xwe be.

Berpirsekî pilebilind yê Wezareta Berevaniya Îranê û pisporekî atomî yê bi navê Muhsin Fexrîzade, do li devera Abserd ya Tehranê, di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Sefîrê Îranê li NY Mecîd Text Revançî, li ser wê mijarê nameyek ji sekreterê giştî yê NY Antonio Guteress re nivîsî. Revançî Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tohmetbar kir û got: ‘‘Îran mafê xwe dibîne li hember wan êrişan ‘çi ji dest tê’ bo parastina xwe bike.’’

Herwiha Sekreterê giştî yê NY Antonio Guteress jî bang li Îranê kir, li ser hemdê xwe be û ji tiştên ku rewşê aloztir dikin, dûr bikeve.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zerîf û Serkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî Îsraîl bi kuştina Muhsin Fexrîzade tohmetbar kirin.