Blinken ji Sûdanî re: Êrîsên li ser baregehên me yên li Iraqê "êrîsên terorîst in"
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken êrîşên li dijî baregeh û balyozxaneyên Amerîka yên li Iraqê wek “êrîşeke terorîstî” bi nav kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat ragihandin, Antony Blinken di pêwendiya telefonî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de, êrişên li ser baregeh û balyozxaneyên xwe yên li Iraqê şermezar kir û daxwaz kir ku berpirsên êrişan bên lêkolînkiri.
Li gorî daxuyaniyê Blinken got, "Komên çekdar ên Iraqê yên ku Îranê piştgiriya wan dike, bi armanca binpêkirina serxwebûn û serweriya Iraqê êrişî navendên Amerîkayê dikin."
Di daxuyaniya Pentagonê ya 9ê Kanûnê de hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi Sûdanî re li ser biryardariya hikûmeta Iraqê ya ji bo parastina personelên dîplomatîk, şêwirmendên koalîsyonê û saziyên xwe gotûbêj kiriye.
Herî dawî Fermandariya Operasyonên Bexdayê peyamek ji Wezareta Navxwe ya Iraqê re şandibû û gotibû, "Komên neqanûnî plan dikin ku careke din êrişî Herêma Kesk û Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bikin."
- Ji destpêka meha Cotmehê ve 89 êrîş li dijî hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê hatine kirin
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pat Ryyder do di daxuyaniyekê de ragihandibû, Iraq şirîkê girîng yê Amerîkayê ye û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê leşkerên Amerîkayê li wî welatî ne.
Pat Ryyder da zanîn, komên çekdar ên neqanûnî dixwazin hêzên Amerîkî ji Iraq û Sûriyê vekişînin û got, ji destpêka meha Cotmehê ve heta niha 89 êrîş li dijî hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin