Blinken gihist Iraqê û bi Sûdanî re civiya
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdanekê gehiştî gihişt Bexdayê û di westgeha yekê de jî bi Serokwezîrê Îraqê re civiya.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragehand ku di 5ê Mijdara 2023an de ,Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gehişt Îraqê.
Li gor wê ragehandinê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Bliken bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya, lê amaje bi naveroka wê civînê nehatiye kirin.
Ev çend roj in ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdanekê gehiştiye Rojhilata Navîn û meseleya şerê Israîl û Hemasê merema serekî ya serdana wî ye.
Piştî ku di 4ê Mijdara 2023ê, Blinken li Urdinê bi wezîrên derve yên çend welatên Erebî re li ser meseleya şerê Israîl û Hemasê civiya, îşev bi serdanekê gehişt Îraqê û tê gotin ku piştre jî dê biçe Tirkiyeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin