Bexda | Bi deh hezaran alîgirên Sedir li Herêma Kesk nimêja Înê kirin

05 August 2022 16:36 0 dîtin
Bexda | Bi deh hezaran alîgirên Sedir li Herêma Kesk nimêja Înê kirin

PeyamaKurd – Bi deh hezaran alîgirên Tevgera Sedir, li ser banga Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, îro 5ê Tebaxê ber bi Herêma Kesk a Bexdayê ve meşiyan û li wir nimêja înê kirin.

Sedir piştî banga hilweşandina parlamentoya Iraqê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext, Tevgera Sedir bang li alîgirên xwe kiribû roja Înê di nimêja girseyî ya Înê de kom bibin.

Piştî ku Çarçoveya Hemahengiyê ya şîe Mihemed Sûdanî wekî namzedê serokê hikûmeta were damezrandin nîşan dabû, Tevgera Sedir ev nêzî du hefteyan e protestoyên xwe dewam dike û herî dawî jî banga hilweşandina parlamentoyê hatibû kirin.