Bexda | Alîgirên Tevgera Sedir dîsa dest bi xwepêsandanan kirin
PeyamaKurd – Alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin û hewl didin berbestên li ber Devera Kesk rakin.
Li gor zanyariyan, rewşa Bexdayê aloz e û hêzeke mezin a ewlehiyê hatiye belavkirin.
Ev xwepêşandan, bi armanca ku namzedê Serokwezîriya Iraqê yê Nûrî Malikî û Çarçoveya Hevahengiyê ji namzedbûnê were dûrxistin tên lidarxistin.
Hat zanîn ku piraniya baregehên Tevgera Hîkme ku Emar Hekîm serokatiya wê dike, ji hêla alîgirên Sedir ve hatin girtin, herwiha metirsî li ser girtina baregehên aliyên din ên siyasî jî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin