Dema dewriyeya Rus-Tirk bi RPGê êrîsî wesayîta artêsa Tirkiyê kirin

17 August 2020 15:15 0 dîtin
Dema dewriyeya Rus-Tirk bi RPGê êrîsî wesayîta artêsa Tirkiyê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dema dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk li ser rêya Lazipiye-Helebê digeriya, rastî êrîşê hatiye.

Li gorî SOHRê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, wesayîteke artêşa Tirkiyê, bi çeka RPG hat hedefgirtin. Lê tu agahiyên girêdayî ziyanan nehatin bidestxistin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî berî çend rojan dabû xuyakirin ku Moskowê ji ber êrîş û şantajên komên çekdar dewriyeyên hevbeş ên ligel Tirkiyê yên li ser rêya Heleb-Laziqiyê ya M4 a li parêzgeha Idlibê dane rawestandin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova gotibû, çekdaran êrîşên xwe yên li dijî xalên hêzên Sûriyê zêde kirine û şantejên xwe li dijî korîdora ewlehiyê li dirêjahiya rêya M4 berdewam dikin. Zaxarova dabû zanîn ku welatê wê ji ber vê yekê dewriyeyên hevbeş ên bi dewleta Tirk re dane rawestandin.