Hêzên Tirk li Minbicê êrîsî dewriyeya Rûsî kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 9ê Sibatê artêşa Tirkiyê ji baregeha xwe ya nêzîkî Minbicê bi topên hawanan êrîş kiriye û di wê navê de hêzeke Rûsyayê li Minbicê dewriye dimeşand bûye armanca êrîşa hêzên tirk.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, bi daxuyaniyek nivîkî li ser mijarê zanyarî belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Artêşa Tirkiyê ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata yê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê bi hawnan gundê Catê topbaran kir. Di heman demê de dewriyeya Rûsya ku li xaleke hêzên hikumeta Sûriyê bû, bi çekên navînî kir hedef."
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, dewriyeya Rûsya ligel hejmarek efser û berpirsyarên Rûs ji bo şopandina rewşa li xeta Çemê Sacûrê dihat meşandin.
Derbarê ziyanên topbaranê de ti agahî nehatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin