Tirkiyeyê, êrîsî Minbicê kir: Kustî û birîndar hene!
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk li êrîşî Minbicê kir. Hat ragihandin ku di encama van êrîşan de kuştî û birîndar hene.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro ji saetên sibehê ve artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran gundê Dendeniyê yê Minbicê topbaran dikin û encamên wan êrîşan, bi vî awayî hatin parvekirin:
“Dema şervanan hewil dida 2 zarokên ji ber topbarana hêzên Tirkiyeyê li gundê Dendeniyê yê bakur rojavayê Minbicê birîndar bûbûn rizgar bikin, 4 şervanan di bombebaranê de canên xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.”
Bi berdewamî hat ragihandin ku li gundê Ereb Hesen jî droneke Tirkiyeyê maleke bombebaran kiriye û di encamê de welatiyekî sivîl canê xwe ji dest daye.
Her wiha hat diyarkirin ku duh jî hêzên Tirk xaleke Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi dronekê bombebaran kiriye di encama vê bombebaranê de jî 2 şervanan canên xwe ji dest dane û şervanekî jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin