Ji 236 girtiyên filistînî dema Îsraîl wan berde, wê sirgûnî Qeter û Tirkiyeyê bên kirin

20 January 2025 15:18 0 dîtin
Ji 236 girtiyên filistînî dema  Îsraîl wan berde, wê sirgûnî Qeter û Tirkiyeyê bên kirin

PeyamaKurd – Di qonaxa yekem a rêkeftina Xezwyê de, diviyabû Hwmasê 33 rehîneyên îsraîlî berda û Îsraîlî jî nêzîkî 1900 girtiyên filistînî serbest berda lê zêdetirî 230 filistîniyên ku demeke dirêj e di girtîgehên Îsraîlê de girtî bûn û hatin cezakirin. 

Ji ber ku di êrîşên wan de îsraîlî hatin kuştin cezayê hepsê yê heta hetayê li wan hatiye birrîn û nehatine berdan.

Ji van girtiyên filistînî 236 kes piştî ji aliyê Îsraîlê ve bên berdan wê sirgûnî Qeter û Tirkiyeyê bên kirin.

Du jêderên Hwmasê ku beşdarî danûstandinan bûne, ji AFPya fransî re ragihandine ku Îsraîl razî bûye ku 296 filistîniyan berde ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birrîn, lê ji wan, 236 kes piştî berdanê yekser wê bêne dersînorkirin û piraniya wan bo Qeter û Tirkiyeyê bên sirgûnkirin.