Bi çeka RPG êrîsî dewriyeya Rûs-Tirk kirin
PeyamaKurd – Dema gera hevbeş a Rûs-Tirk, îro Sêşemê li nêzîkî navçeya Urem El-Jawz a rojavayê Idlibê bi çeka RPGê êrîşek hat kirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya amadekariyên xwe yên asayî ji bo derketina dewriyeya Rûsî- Tirkî de, bi awayekî zêde li ser rêya Laziqiye-Helebê ya navdewletî li gundewarên başûr û rojavayê Idlibê belav bûn.
SOHRê diyar kir, piştî wê yekê hêzên Rûsya û Tirkiyê li ser rêya M4 a navdewletî û ji gundê Tirinbê dest bi gera xwe ya hevbeş kirin û ber bi navçeya Urem El-Jawz li rojavayê Idlibê ve bi rê ketin.
Hat ragihandin ku demo dewriyeya hevbeş a Rûsî-Tirkî li nêzîkî Urem El-Jawz bû, rastî êrîşekê hat û wesayiteke serbazî ya Rûsyayê bi çeka RPG hat hedefgirtin.
Hêjayî gotinê ye, hefteya borî jî dema gera hevbeş êrîş hatibû kirin û heman wekî vê êrîşê ziyanên êrîşê nehatibûn belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin