Li Diyarbekirê dema operasyonê bombeyeke vedayî hate dîtin

17 July 2024 19:39 0 dîtin
Li Diyarbekirê dema operasyonê bombeyeke vedayî hate dîtin

PeyamaKurd - Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku li navçeya Hênê ya Diyarbekirê di dema operasyoneke leşkerî de li kêleka rêya hatûçûnê bombeyek destçêkirî ya vedayî hate dîtin.

Hate diyarkirin ku hêzên ewlekariyê ew bombe pûç kirine.

Parêzgeriya Diyarbekirê di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn, li Taxa Topçular a navçeya Hênê ya Diyarbekirê di dema lidarxistina operasyoneke leşkerî de, Hêzên Cendedmeyên Licê û Hêzên Cendermeyên Hênê bombeyeke bi destan hatiye çêkirin li kêleka rêya hatûçûnê dîtine û ew bombe pûç kirine.

Parêzgeriyê da xuyakirin, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Hênê daneyên li ser bombeya hatiye bidestxistin ji bo lêkolînê  hatine hilanîn.