Dema operasyonê ser derket: 3 lesker hatin kustin, cerdevanek birîndar bû

16 May 2023 17:18 0 dîtin
Dema operasyonê ser derket: 3 lesker hatin kustin, cerdevanek birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Şirnexê devera Besta di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya dijî PKKê de, pevçûn derketiye û 3 leşker hatine kuştin, cerdevaneke jî birîndar bûye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandiye ku li herêma Besta ya Şirnexê di dema operasyonekê de, di navbera hêzên wan û PKKê de şer derketiye.

Li gorî zanyariyên dawî, di encama pevçûnê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û cerdevanek jî birîndar bûye. Li gorî medya Tirk, 3 çekdarên PKKê jî di wî şerî de can dane.