MSB: Hejmara leskerên di operasyonê de hatine kustin gihîst 5an

10 August 2023 10:53 0 dîtin
MSB: Hejmara leskerên di operasyonê de hatine kustin gihîst 5an

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê (MSB) ragihandin ku hejmara leşkerên di dema operasyona dijî PKKê ya bi navê Pence-Kilît de hatine kuştin zêde bûye.

MSBê doh 9ê Tebaxê ragihandibû ku di encama teqeya çekdarên PKKê de, hejmarek leşker birîndar bûne û 3 leşker jî hatine kuştin.

MSBê îro eşkere kir, ji leşkerên birîndar Uğur Ozdemir û Mahmut Uçdag jî li nexweşxaneyê can dane û hejmara kuştiyan gihîştiye 5an.

Herwiha hate diyarkirin ku operasyonên li herêmê yên dijî PKKê jî dewam dikin.