Hejmara leskerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê hatine kustin zêde bû
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku leşkerekî din ên ê li herêm operasyona Pence-Kilît a li Herêma Kurdistanê can daye û hejmara kuştiyên wan gihîştiye 5an.
Li gorî daxuyaniya MSBê leşkerekî bi lêdana brûskê can daye û 4 leşkerên din ên di operasyona dijî PKKê de cî digirtin jî hatine kuştin.
Medya Tirk ragihandiye ku bi zêdebûna hejmara kuştiyan re, Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, şevê din çûye navenda biryargeha hêzên bejahî û bi fermandaran re civiyaye.
Hêjayî bibîrxistinê e, artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsana 2022an ve li deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke bi navê Pence-Kilîd li dar dixe ku heta niha ji herdu aliyan hejmarek zêde kuştî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin