Artêsa Îsraîlê hejmara leskerên bi sasî hatine kustin eskere kir

01 January 2024 22:03 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê hejmara leskerên bi sasî hatine kustin eskere kir

PeyamaKurd – Hêzên Çekdarên Îsraîlê (IDF) ragihand ku di ji 27ê Çotmehê dema destpêkirina êrîşa bejahî li Xezzeyê ve, 29 leşkerên wan di operasyonan de bi şaşî hatine kuştin.

Li gorî ragihandina IDFê ji destpêkirina operasyona bejahî ve, her hefte di navbera 2-6 leşkerên îsraîlî de, bi sedemên cuda yên şer bi şaşî hatine kuştin. Hate diyarkirin ku piraniya leşkerên can dane, yan bi qezayên wesayîtên zirxî yan jî gulebarana şaşî hatine kuştin.

Herwiha IDFê ragihandiye ku ji destpêka operasyona bejahî ya ser Xezzeyê ve, 170 leşkerên wan di şer de hatine kuştin.

Artêşî daye xuyakirin ku ji aliyê Xezzeyê ve şeva borî zêdetirî 20 moşek bi ser Îsraîlê de hatine avêtin û Qûba Hesin piraniya wan moşekan li ezman ruxandiye.