Artêsa Îsraîlê kustina 21 leskerên xwe ragihand

23 January 2024 13:00 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê kustina 21 leskerên xwe ragihand

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê Xezzeyê yê Hemasê doe, 21 leşkerên wan ên din can dane.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, ji destpêka şerê Hemasê ango ji 7ê Cotmeha 2023yan heta niha, zêdetirî 500 leşkerên îsraîlî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê şeva borî jî ragihandibû ku di pevçûnên Xezzeyê de, 3 efserên wan hatine kuştin.

Li gorî îdiayan li Xan Yûnisê avahiyeke du qatî ruxiyaye û zêdetirî 20 leşkerên li wir bûn can dane ku di nav enqazê de, leşkerên pilebilind ji hebûne.