Artêsa Îsraîlê kustina 8 leskerên xwe yên din li Xezzeyê ragihand
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê îro 24ê Kanûnê ragihand ku doh Şemiyê di şerê Xezzeyê de, 8 efser û leşkerên wan hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku 4 leşkerên girêdayî Lîwaya Zirxpoş a Artêşa Îsraîlê ya 7an di şerekî başûrê Xezeyê de hatine kuştin.
4 leşkerên din li naverasta Xezeyê hatine kuştin û 5 leşker jî li deverên cuda yên Xezzeyê bi giranî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê, ji destpêka şer ve ragihandiye ku 485 leşker û efserên wan hatine kuştin ku 158ên wan piştî destpêkirina operasyona bejahî ya Xezzeyê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin