Artêsa Îsraîlê: Me bi sasî 5 leskerên xwe kustin
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Kampa Cibaliye ya bakurê Xezzeyê, 5 leşkerên wan ji aliyê hêzên artêşê ve bi şaşî hatine kuştin.
Artêşê diyar kir ku leşkerên Îsraîlî yên di avahiyekê de bûne wek dijmin hatine dîtin û di hêrişa tangan de jiyana xwe ji dest dane.
Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku di encama bûyerê de 7 leşker jî birîndar bûne.
Arteşa İsraile roja Şemûyê li dijî vê herêma ku beriya niha hatibû valakirin hêrişeke asmani pêk anîbû.
Leşkerên bejayiyê jî, bi egera ku Hemas li wê derê dest bi xwerêxistinê kiriye, roja Duşemê dîsa ketibûn herêmê.
Tê gotin ku bi deh hezaran sivîl ji herêma Cibaliyeyê koç kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku ji ber hêrişa Refahê di bin zexta navneteweyî de ye, di heman demê de rûbirûyî aloziyeke ku di nav kabîneya wî ya şer de jî ramanên cuda eşkere dibin.
Wezîrê Parastinê Yoav Gallant bang li hikûmetê kir ku nexşerêya xwe ya ji bo dema piştî şerê Xezzeyê zelal bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin