Di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê da ser derket: 3 leskerên Azerî hatin kustin
PeyamaKurd – Li sînorê Azerbeycan û Ermenistanê da, di navbera herdu artêşan da şer derket, ji artêşa Azerbeycanê 3 leşker hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li ser sînorê herêma Tovuzê, di navbera artêşa Ermenistan û artêşa Azarbeycanê da alozî derketibû.
Wezareta Berevaniya Azerbeycanê ragihand, li ser sînor li herêma Tovuzê pevçûna ku do dest pê kir, heta nîvê şevê berdewam kir.
Li gor daxuyaniyê, di pevçûnê de ji artêşa Azerbeycanê 3 leşker hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniya Azerbeycanê amaje kir ku wan bi şev bi top, hawan û tankan va kozik, topxane û wesayîtên, artêşa Ermenistanê gulebaran kirin û niha rewş di bin kontrola wan de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin