Di navbera leskerên Ermenîstan û Azerbaycanê de ser derket

11 May 2023 12:59 0 dîtin
Di navbera leskerên Ermenîstan û Azerbaycanê de ser derket

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku li ser sînor bi hêzên Ermenîstanê re şer derketiye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin, do danê êvarê çeperên artêşa Azerbaycanê yên ji çeperên artêşa Ermenîstanê yên li herêma Zodê ya girêdayî parêzgeha Basargeçerê di bin gulebarana dijwar de ne.

Hat eşkerekirin, di gulebarana artêşa Ermenîstanê de leşkerekî Azerbaycanê ji serê xwe birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku piştî hêzên Ermenîstanê li gel hişyariyê jî agir berdewam kir, leşkerên Azerbaycanê tedbîrên destwerdanê yên pêwîst girtin.

Di daxuyaniyeke din a wezaretê de hat ragihandin, artêşa Ermenîstanê bi çekên giran û hawanan gule li çeperên artêşa Azerbaycanê dibarîne.

Di nûçeyên ku di çapemeniya Ermenîstanê de hatin weşandin de, hat destnîşankirin ku di pevçûnê de 3 leşkerên Ermenîstanê birîndar bûne.