Di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de agirbest çêbû

15 September 2022 15:32 0 dîtin
Di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de agirbest çêbû

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Ermenîstanê ve bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de agirbest hatiye îlankirin.

Daxuyanî, duh bişev ji aliyê Sekreterê Civata Ewlehiyê ya Ermenîstanê Armen Grigoryan ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser pevçûnên ku 2 roj in di navbera herdu welatan de dewam dikirin de agirbest çêbûye.

Bi rêya daxuyaniyê hat gotin ku “Bi saya tevkariya civaka navneteweyî, di warê agirbestê de lihevkirin çêbû.”

Her çiqas ji aliyê rayedarên Ermenîstanê ve li ser lihevkirina agirbestê daxuyanî hatibe dayîn jî heta niha ji aliyê rayedarên Azerbaycanê ve tu daxuyaniyeke bi vî rengî nehatiye parvekirin.