Di navbera Rusya û Ermenîstanê de alozî derket!

28 March 2023 17:00 0 dîtin
Di navbera Rusya û Ermenîstanê de alozî derket!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Rusyayê hişyarî da Ermenîstanê ku nebe endamê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ya ku biryara girtinê ji bo Putin derxist.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Ermenîstan ji bo ku statuya Romayê qebûl bike û bibe endamê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ya ku li Den Haagê ye, dest bi pêvajoyê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Rusyayê RIA, çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Rusyayê diyar kir ku nayê qebûlkirin ku Ermenîstan yek ji aliyên dadgehê be.

"Dibe ku Encamên gelek ciddî çêbibin"

Her wiha ji aliyê Rusyayê ve hat diyarkirin ku ev gav dê ji bo têkiliyên dualî encamên gelek giran çêbikin.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji ber sûcên şer di derbarê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin de biryara girtinê da.

Di nav dozên ku li dijî Putin hatin vekirin de veguhestina neqanûnî ya hin zarokan ji Ukraynayê ji bo Rusyayê jî heye.