Di navbera Rusya û Polonyayê de alozî derket!

16 May 2023 14:00 0 dîtin
Di navbera Rusya û Polonyayê de alozî derket!

PeyamaKurd- Li bajarê Irkutskê yê Rusyayê ji ber rakirina "Abîdeya Qurbaniyên Zexta Siyasî ya Polonyayê" ya li Rusyayê, Balyozê Polonyayê yê li Moskowê Krzysztof  Krajewski ragihand ku wan li ser mijarê nota daye Wezareta Karên Derve ya Rusyayê.

Li gorî agahiyên ku Krajewski dan, xaça darîn a ku ji bo bîranîna qurbaniyên Lîtvanyayê li derdorê hatibû çêkirin û abîdeya Polonya hat rakirin; diyar kir ku ew qurbaniyên zilmê li gorî neteweya wan ji hev venaqetînin û herdu bîrdarî ji bo wan gelek bi nirx û girîng in.

Krajewski bi bîr xist ku abîdeya Polonyayê ya ku ji aliyê civaka Polonya ya li derveyî welêt ve hatiye fînansekirin, di sala 2015an de bi destûra rayedarên herêmî hatiye çêkirin û amaje kir ku ew li dijî rakirina abîdeyên Polonya û Lîtvanyayî û birina cihekî ne diyar in.

Krzysztof  Krajewski da zanîn ku di notaya ku wekî Balyozxaneyê dane Wezareta Karên Derve ya Rusyayê de sedema rakirina herdu abîdeyên ku cihên bîranînê yên gelekî girîng in, hatiye pirsîn.