Polonyayê, peymaneke navbera xwe û Rusyayê betal kir!

03 November 2022 17:30 0 dîtin
Polonyayê, peymaneke navbera xwe û Rusyayê betal kir!

PeyamaKurd- Rayedarên Polonyayê, peymaneke kirêkirinê ya ku ji 40 salan zêdetir e bi Balyozxaneya Giştî ya Rusyayê re berdewam dikir, betal kir. Sedema betalkirina peymanê jî şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê hat nîaşandan.

Li ser mijarê, ji aliyê Wezareta Avhewa û Hawirorê ya Polonyayê ve daxuyaniyeke nivîskî hat parvekirin û hat ragihandin ku peymana kirêkirina tesîsa bêhinvedanê ya ku ji salên 1980yî û bi vir ve ye di navbera Rusya û Polonyayê de dewam dikir û ji aliyê Balyozxaneya Giştî ya Rusyayê ya li Varşovayê dihat bikaranîn, hatiye betalkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku sedemê betalkirina vê peymanê, şerê Rusyayê yê û wiha hat gotin:

“Piştî êrîşkariya Rusyayê ya li dijî Ukraynayê, peyman hatiye betalkirin.”

Ji bilî vê daxuyaniyê, ji aliyê hin rayedarên Polonyayê ve hat ragihandin ku ji ber heqê kirêya tesîsê bi derengî ketiye, loma ev peyman hatiye betalkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ev tesîsa ji 40 salan zêdetir e di xizmeta Rusan de bûye, wekî qadeke bêhinvedan û şahiyê dihat pênasekirin.