Îddia: Rusyayê, ji tirsa xwepêsandanan merasîm betal kirin!

23 April 2023 23:30 0 dîtin
Îddia: Rusyayê, ji tirsa xwepêsandanan merasîm betal kirin!

PeyamaKurd- Li gorî îdiayên ku di qada siyasî û civakî ya Rusyayê de hatin belavkirin, Rêveberiya Rusyayê merasîmên Roja Serkeftinê yên ji bo Şerê Duyemîn ê Cîhanê, ji ber hegera xwepêşandanan betal kirine.

Hat amajekirin ku Kremlin, ji ber fikara ku dê ji ber şerê li Ukraynayê xwepêşandan werin kirin, xwe ji merasîmên navborî vekişandiye û merasîm betal kirine.

Her wiha şerê navbera Rusya û Ukraynayê, salek li peyî xwe hişt û li gorî agahiyên îstîxbaratî yên Rojavayî, artêşa Rus wendahiyên gelek mezin dane.

Hat zanîn ku meşên Lîwayên Nemir jî hatine betalkirin ku bi hezaran sivîl tevlî van meşan dibin û ev meş jî ji ber heman fikaran çênebûye.