Peskov, aloziya navbera Ukrayna û Polonyayê nirxand
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov, di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivandin û aloziya navbera Ukrayna û Polonyayê nirxand.
Dimitriy Peskov, li ser neyeta Polonyayê ya redkirina şandina çekan bo Ukraynayê got: “Em dibînin ku di navbera Warşova û Kievê de hin alozî hene. Em pêşbînî dikin ku ev rageşiya di navbera Warşova û Kievê de dê zêde bibe."
Peskov bal kişand ku dibe ku rageşî bi welatên din ên Ewropayê re jî dest pê bike û got, "Em fêm dikin ku di navbera Kiev û paytextên din ên Ewropayê de dê bi demê re alozî zêdetir bibin. Ev yek dê ji neçarî pêk bê."
Dimitriy Peskov bi berdewamî got, “Polonya têra xwe êrîşkar e û xwe ji çalakiyên wêranker û destwerdana karûbarên navxweyî yên dewletên din dûr nagire. Lê belê em û dost û hevalbendên xwe ligel Belarûsê li hember gefên potansiyel ên ku ji Polonyayê bên rû bi rû ne ."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin