Di navbera Rusya û YEyê de alozî derket

07 September 2022 16:31 0 dîtin
Di navbera Rusya û YEyê de alozî derket

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, ragihand ku ew ê pêşniyaza buhayê tavanê ji bo gaza xwezayî li Rusyayê bikin. Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî li ser vê daxwazê got ku “Ev pêkanîn dê bêaqilî be”

Ursula von der Leyen, li ser geşedanên enerjiyê got ku “Rusya, piyaseyên gaza xwezayî, bi awayekî çalak ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.”

Leyen di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa enerjiyê û got,

“Di demên ku herî zêde elektrîk tê bikaranîn de ji bo diyarkirina hedefa bikaranînê were daxistin, em ê pêşniyaza xwe bikin. Em ê ji bo kompaniyên ku elektrîkê bi buhayê kêm hildiberînin jî pêşniyaza buhayê tavanê bikin. Her wiha em ê vê pêşniyazê, ji bo gaza xwezayî ya Rusyayê jî bikin.”

Beriya daxuyaniya Leyen, Vladimir Putin jî li Foruma Çaksaziyê ya Rojhilat axivî û got ku “Daxwaza YEyê ya ku li ser gaz û petrola Rusyayê buhayê tavanê pêşniyaz bikin dê bêaqilî be.”

Putin, di axaftina xwe de gef jî xwarin û got ku heger li gorî peymanan tevgerîn çênebe, ew ê tu berhemeke enerjiyê ji welatên Rojava re neşînin.