Li Bedlîsê di navbera PKKê û leskerên Tirkiyê de ser derket

17 September 2019 12:12 0 dîtin
Li Bedlîsê di navbera PKKê û leskerên Tirkiyê de ser derket

PeyamaKurd - Li bajarê Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û TSKê de şer derket.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, ku li navçeya navend a Bedlîsê di navbera hêzên ewlekariyê yên wî welatî û gerîlayên PKKê de pevçûn derketiye.

Wê wezaretê daye xuyakirin, ku hêzên polîs û hêzên cendirme yên Tirkiyê bi piştgiriya hêza esmanî li navçeyê operasyonek hevbeş li dijî PKKê lidar xistin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di encama wê operasyonê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Heman çavkaniyê diyar kiriye, ku li herêmê operasyona li dijî PKKê berdewam e.

Derbarê şer û pevçûnên li Bedlîsê de, PKKê û çavkaniyên nêzîkî wê heta niha tu daxuyanî nedane.