Zap | Du leskerên Tirkiyê di encama êrîseke PKKê de hatin kustin
PeyamaKurd – Wezarete Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, li Zapê du leşkerên Tirkiyê di encama êrîşeke PKKê de hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Li gor Wezarete Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê da zanîn, li Zapê gerîlayên PKKyê teqe li bingeheke leşkerî kirine û di encamê de du leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Herwiha beriya niha Wezarete Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di encama teqîna bombeyekê de ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin