Li Colemergê Tirkiyê êrîseke leskerî li dijî PKKê li dar xist
PeyamaKurd – Li parêzgeha Colemerga Bakurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê, êrîşeke leşkeri li dijî PKKê hat lidarxistin. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di encamê de 2 gerîlayên PKK can dan.
Bi daxuyaniyekê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandin, yekîneyên Tirkiyê yên ser bi Rêveberiya Ewlehiyê û Fermandariya Cendirmeyan ve, di çarçoveya operasyona “Birûsk 2” de, li gundewarên parêzgeha Colemerga Bakurê Kurdistanê, operasyonek li dar xistine.
Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di encama êrîşa hêzên wan de, 2 gerîlayên PKKê can dane.
Herwiha li gor zanyariyên hatine belavkirin, operasyona li deverê berdewam e. Lê heta niha ji aliyê PKK ve di derbarê operasyona navborî de ti daxuyaniyeke piştrastkirine nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin