Esed: Em ê li dijî êrîseke dagirkirinê ya Tirkiyê rawestin!

09 June 2022 15:55 0 dîtin
Esed: Em ê li dijî êrîseke dagirkirinê ya Tirkiyê rawestin!

PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê operasyona muhtemel a nû ya Tirkiyê de got ku ew dê rûbirûyî her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê bibin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê ligel kanala RT ya Rûsî de derbarê egera destpêkirina operasyoneke nû ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê axivî û got, Sûriye li ser asta fermî û cemawerî wê rûbirûyî her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê bibe.

Esed gotiye, artêşa Sûriyê di şerê berî du salan de ziyanên madî yên mezin gihandin artêşa Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ev demeke gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe û dixwaze ji bo bicihkirina penaberan kûrahiya 30 kîlometreyan bixe kontrola Tirkiyê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî alîkarî ji hikûmeta Şamê li hember êrîşeke muhtemel dixwaze û dibêje, ew ji bo parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê, amade ne bi hikûmeta Sûriyê re bixebitin.