SANA: Li bakurê rojavayê Sûrîyê li dijî otobuseke leskerî êrîseke roketî hat kirin

14 May 2022 09:36 0 dîtin
SANA: Li bakurê rojavayê Sûrîyê li dijî otobuseke leskerî êrîseke roketî hat kirin

PeyamaKurd – Li bakurê rojavayê Sûrîyê li dijî otobuseke leşkerî êrîşeke roketî hat kirin û di encamê de 10 leşker hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Li gor ajansa nûçeyan a dewletê SANAyê diyar kir, otobus li herêma Anjara ya li rojavayê Helebê saet 09:30yî di danê sibê de bi roketeke dij tankan hatiye armanckirin, lê ajansê agahiyên zêdetir nedaye.

Herwiha çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) jî eşkere kir, çekdarên opozîsyonê êrîş pêk anîne û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Tu rêxistinê heya niha berpirsiyariya êrîşê ranegihandiye.