Îsraîlê li dijî bakurê Xezeyê dest bi êrîsên bejayî kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ku bi tundî Beyrûta paytexta Lubnanê bombebaran dike, bi êrîşên ku tevahiya şevê li bakurê Xezeyê pêk anî û her wiha bi êrîşên bejayî yên nû ev operasyonên xwe zêde kirin.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku hêzên wan ên ji Firqeya 162an li dijî Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Xezeyê dest bi êrîşên bejayî kirine.
Îsraîlê bi îdiaya ku Hemas li wê herêmê heye, ragihand ku wan herêm dorpêç kiriye û bi piştgiriya hêzên esmanî êrîşên xwe dewam dikin.
Artêşa Îsraîlê nexşerêyeke nû ya sirgûnkiririna ji bakurê Şerîda Xezeyê û bajarê Xezeyê weşand.
Artêşa Îsraîlê, bakurê Xezeyê wekî “qada şer” a li dijî Hemasê bi nav kir û diyar kir ku ew ê êrîşî herêmên rojavayê Beyt Hanûnê bikin û ew ê “herêma mirovî” berfirehtir bikin ku li başûrê Xezeyê hatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin