Misir li dijî hebûna Tirkiyê û Îxwanan baregeheke leskerî li sînorê Libyayê ava dike

02 July 2021 20:37 0 dîtin
Misir li dijî hebûna Tirkiyê û Îxwanan baregeheke leskerî li sînorê Libyayê ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatê Misirê li dijî hebûna hêzên Tirkiyê li Libyayê, li sînorê Libyayê amedehiya avakirina baregeheke leşkerî dike.

Li gorî rojnameya El-Ereb, Misir amadekariyên vekirina baregeheke leşkerî li ser sînorên bi Lîbyayê re dike û ev yek wekî gaveke redkirina hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê nîşan dide.

Di nûçeyê de tê gotin, Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî sibê 3yê Tîrmehê baregeke leşkerî ya hewayî û deryayî li herêma Cercûb a li nêzî sînorên xwe yên Lîbyayê veke.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê gelek rayedarên Ereb ên ji dewletên cuda beşdarî merasîma vekirinê bibin ku di nav de rayedarên lîbyayî jî hene.

Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku dibe Xalîfe Hefter fermandarê Artêşa Nîştimanî û şêwirmend Eqîle Salih serokê parlamentoyê û serokê Meclîsa Serokatiyê Mihemed El-Menfî jî beşdarî merasîmê bibin.

Hêjayê gotinê ye, Misir vê pengavê 3yê Tîrmehê di salvegera dûrxistina Îxwanan ji desthilata Misirê davêje ku dixwaze bi rêya wê gelek peyaman bide û cidûbûna xwe di têkoşîna dijî Îxwanan de nîşan bide.