Misir û Siûdî li dijî hebûna Tirkiyê ya Libyayê li hev kir
PeyamaKurd - Wezîrên derve yên Misr û Erebistana Siûdî li ser redkirina hebûna Tirkiyê ya li Lîbyayê ku li dijî qanûnên navdewletî ye, li hev kir.
Îro li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê, civîna wezîrên derve yên dewletên bi ser Deryaya Sor ve li dar ket da ku nakokiyên ewlehî li herêmê binirxînin.
Ajansa WAS a Erebistana Siûdî ragihand, îro Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulezîz A-Siûd, wezîrên karên derve yên dewletên beşdarî civînê bûne, pêşwazî kirin.
Di pêşwazîkirinê de, gelek mijarên girêdayî rêbazên pêşdeçûna hevkariya di navbera dewletên bi ser Deryaya Sor û Kendava Edenê ve, hatin nîqaşkirin ku ewlehî û aramiya li herêmê geş bikin.
Wezîrên karên derve yên Misr û Erebistana Siûdiyê, li ser redkirina destwerdana dewleta Tirkiyê li Lîbyayê, li hev kir ku ew destwerdan wekî binpêkirina qanûnên navdewletî bi nav kirin.
Wezîrên welatan li ser girîngiya gihandina çareseriya giştî bo aloziya Lîbyayê li hev kir.
Civîna her du wezîran li Erebistana Siûdiyê, li ser civîna wezîrên karên derve yên dewletên Ereb û Afrîkayê yên bi ser Deryaya Spî û Kendava Edenê ve, li dar ket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin