Serekî giran di navbera gerîlayên PKKê û artêsa Tirkiyê de derket
PeyamaKurd – Li Zinara Kêste û li ser rêya gundê Hirûrê, do şev şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de derket û Tirkiye deverê bombebaran dike. Herwiha gundî hatine agahdarkirin, da ku ji ber şer ji gund û malên xwe dernekvin.
Li gor agahiyên ji Kanî Masî, şerê navbera PKKê û hêzên Tirkiyê derdora saet 22:00 îşev destpê kiriye û şerê navbera her du aliyan li Zinara Kêste û nêzîkî rêya gundê Hirûrê ye.
Muxtarê gundê Hirûrê Azad Edîb diyar kir: “Tirkiye bi dijwarî rêya Hirûrê û derdora gundê Çelkêya Misilmanan li Zinara Kêste bombebaran dike û gerîlayên PKKê jî bi çekên Duçka şer dikin.”
Azad Edîb da zanîn, ji saet 22:30an ve gundî hatine agahdarkirin ku ji ber “dijwariya şer” nabe ji malên xwe û ji gund derkevin.
Li gor zanyariyan, li gundê Çelkêya Misilmanan moşek li ber goristana gund ketiye.
Herwiha do şev di saetekê de du helîkopeterên serbazî yên artêşa Tirkiyê sê caran derdora gundê Çelkêya Misilmanan bombebaran kirine. Cihê ku hatine bombebarankirin li navçeya Nihala Kore ye, ku derdora 1500 metrî ji gund û mal û avahiyên xelkê dûr in.
Li aliyekê din, nîştecihên Komelgeha Bêgova ya li sînorê bajarokê Kanî Masî ji ber bombebaranên Tirkiyê, jiyan li wan tal bûye û di nav tirs û dilgiraniyê de dijîn.
Birîndar Şewket ê 18 salî û yek ji akinciyên Komelgeha Bêgova ye, ew xwedî pêdiviyên taybet e û diyar kiriye, rewşa wî ji ber bombebaranan pir xerab e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin