Duhok | Di navbera PKKê û Tirkiyê de serekî dijwar derket

14 June 2021 13:35 0 dîtin
Duhok | Di navbera PKKê û Tirkiyê de serekî dijwar derket

PeyamaKurd –  Do di 9ê şev de, li gundê Hirorê yê ser bi nahiyeya Kanî Masê ya parêzgeha Duhokê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar derket.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, di saet 9:00 şev de balafirên şer ên Tirkiyê Geliyê Qumrî bombebaran kirin û piştî saet 10:00 şev, arteşa Tirkiyê bi rêya helîkopteran êrîşa asmanî bire ser gundê Hirorê û derdora wê û bi giranî ew cih bombebaran kirin.

Herwiha li gor zanyariyan, hêzên Tirkiyê û PKKê li gundê Hirorê yê girêdayî nahiyeya Kanî Masê zêdeyî saetekê di nav şerekî dijwar de bûn.

Ji ber bombebaranê agir bi derdora gundê Hirorê ket û bombebaranê berdewam kir, lê di encama bombebarana şeva borî, ti zirarên canî çênebûne.