Li Dêrsimê serekî dijwar di navbera PKKê û Tirkiyê de derket
PeyamaKurd – Li Dêrsimê şerekî dijwar di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de derket.
Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkî, 3 gerîlayên PKKê di wî şerî can dane. Li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê jî şer û pevçûn bi tundî berdewam in.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, hêzên wan li herêma Pulur a Dêrsimê operasyonek encam dane.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de hat eşkerekirin, di çarçova wê operasyonê de, şer û pevçûn di navbera leşkerên wan û gerîlayên PKKê de derketine û di encamê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha, li gor zanyariyên hatine belavkirin, operasyona leşkerên Tirkiyê ya li wê herêmê berdewam dike û li ser vê operasyonê heta niha ji aliyê PKKê zanyariyek nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin