Di navbera TSK û PKKê de serekî dijwar diqewime
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 24 demjimêrên dawî de li sînorê Mêrgesorê yê Herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê (TSK) de şerên dijwar qewimîn.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, helîkopterên şer ên Tirkiyê li deverên gundê Derecik Korgan û gundê Şervan Mezin Helenî yê Mêrgesorê bombe barandine.
Herwiha hat ragihandin ku di nava rojê de jî 2 helîkopterên Kobra xuya bûne ku êrîşên xwe zêde kirine û êrîşî hedefên PKKê û cebilxaneyên wan dikin.
Çavkaniyên devera şer lê diqewime dibêjin, metirsiya jiyana sivîlan heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin